Jûjî

Harûn

navdêr
  1. Navekî lawan e. Bi taybetî wek navê birayê Mûsa pêxemberî û herwiha wek xelîfeyê bi navê Harûn Reşîdî navdar e.

    de
    Aaron
    en
    Aaron
    nl
    Aäron
    tr
    Harun / Arun / Ârun

Etîmolojî

Ji erebî هَارُون (Harûn) ji îbranî אהרן (Aharon) ji rehekî nenas, ihtimalen ji misrî [skrîpt hewce ye] (aha rw, “şêrê şerî”) lê li gor hin çavkaniyan jî bi eslê xwe îbranî ye û maneya "bilind, berz, jêhatî, ezîz" dide. Heman nav li piraniya Rojhilata Navîn û herwiha li Ewropayê jî belav e: farisî هارون (Harûn), tirkî Harun, ermenî Ահարոն (Aharon), yûnaniya kevn Ἀαρών (Aarṓn), latînî Aaron, îtalî Aronne, fransî Aaron, îngilîzî Aaron û carinan Aron, almanî Aaron, spanî Aarón, portugalî Aarão, swêdî Aron, fînlendî Aaron û Aaro, rusî Ааро́н (Aarón), lîtwanî Aronas...

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

Harûn — ferhenga kurmancî · Jûjî