Jûjî

axozî

rengdêr
  1. har, dirr, hov, dîn, fistoqî, ji hed derbasbûyî

    en
    savage / crazy / barbarian
    tr
    vahşi / çılgın / barbar / azıtmış

Mînak

  • Tu axozî bûyî? Hem dest datînî li ser malê xelkê hem jî wan dikutî.

  • Kuro tu dînî an jî axozî bûyî? Te eşyayan tirtile kiriye, hindirê malê ser û binî bûye.

Etîmolojî

Dibe ku gelê Kurd ji ber talankarî û hovîtîya ″axoz″ an jî ″oxoz″, ″oğuz″(tr) ku yek ji neteweke tûranîye ku Kurdistan′ê talan û dagir kirine lewma tiştên xirab bi vê peyvê ve vegotine.Jiber hin zulm û zordestiyên gellên din di hişê gelêrîde gellek peyv û bêje li pey xwe hiştine,wek mînak dema ku yekî xureka xwe pir bi lez bixwe jêra dibêjin ″Hêdî bixwe ûriz(rus) hat?″.Ji ber ku dema Uriz dihat gel her tiştên xwe li pey xwe hiştine û revyane çîyê.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

axozî — ferhenga kurmancî · Jûjî