Jûjî

beg

/ˈbɛɡ/

navdêr
  1. axa, mîr, feodal, zadegan, malmezin, esilzade, xanedan, sergewer, arîstokrat, tovrind

    de
    Herr / Aristokrat / Herzog
    en
    lord / patron / ruler / aristocrat
    nl
    heer
    tr
    bey / efendi / aristokrat / beğ

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *bʰágo- (xweda, xwedawend, hêja, rêzdar - belkî ji *bʰag-: xwarin anku *bʰágo- dibe rizqder, xwedîker), proto-îranî *bege-, hevreha 𐎲𐎥 (bege: xweda) ya farisiya kevn, भग (bhága: hêja, rêzdar, efendî - bernavekî xwedayan) ya sanskrîtî, бог (bog: xweda) ya rusî û peyvên nêzîkî wê di hemû zimanên slavî de. bey ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin û tê de 'g' bûye 'y' wek di peyva diğer (bixwîne: diyer) de jî ku ji dîger ya farisî ye. Herwiha peyvên tirkî ağabey, begüm, beğenmek, albay, bay, bayan, subay, yarbay ji heman rehê îranî ne. Bexda ji heman rehî ye.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

beg — ferhenga kurmancî · Jûjî