navdêrnêrza
Kesên malên wan nêzî hev; kesên li nêzîkî hev dijîn.
- de
- Nachbar / Nachbarin
- en
- neighbour
- nl
- buur / buurman / buurvrouw / buren
- tr
- komşu
Mînak
Em û ew cîran in.
Mawer ke terh û bişkoyanCîranê berg û lû'lûyanEw 'er'er û selwa ciwan
Etîmolojî
Ji erebî جيران (cîran), firejimar a جار (car, “cîran, hevsî”), ji lêkera جار (care, “nêzîk bûn”). Bi etîmolojiya gelêrî gelek caran têkil bi cî tê kirin. Li pitirîna deveran ewa xwecih hevsî ji cih kiriye, bide ber soranî دراوسێ (dirawsê) û zazakî embiriyane.