Jûjî

derîner

navdêr
  1. Kesê yan fîrmaya ku tiştekî dertîne; kesê yan fîrmaya ku tiştekî çêdike.

    de
    Hersteller / Produzent / Regisseur
    en
    producer / inventor / impressario / director
    nl
    producent / vervaardiger
    tr
    kaşif / direktör / rejisör / yönetmen

Mînak

  • Derînerên filman.

Etîmolojî

deranîn - -an- + -er. Belkî niha "derhêner" berbelavtir be ji ber ku ew vê dawiyê ji soranî hatiye û hê jî di kurmancî de rûneniştiye loma forma deynkirî wek di zaravayê jêder de tê bikaranîn. Lê bi demê re kurmancî - wek her ziman û zaravayî - peyvên deynkirî li gor xwe diguherîne. Berê di medyaya kurmancî de peyva "birêz" jî wek "berêz" dihat bikaranîn ji ber ku di soranî de "berêz" bû. Lê vê dawiyê hema bêje her kes forma kurmancîkirî "birêz" bi kar tîne ji ber ku hevbera "be" ("by, with, -ful") ya soranî di kurmancî de "bi" ye.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.