Tişta/ê ku kesek belaş dide kesek din (ji ber hevaltiyê anku dostaniyê, ne bi firotin).
- de
- Geschenk / Präsent / Angebinde / Gabe
- en
- present / gift / donation
- nl
- cadeau / donatie / schenking / geschenk
- tr
- hediye / armağan / bağış
Mînak
Paşa çi dixwaze bera bixwaze, ji malan, mal, ji canan, can, lê ez diyariya xwe nadim wî.
Rûha wî dibû li cismî xalibEsrar dibûn li wî diyarîNêçîr dikir li 'erşê barî
Etîmolojî
Nevebirrî. Dûr nîn e ji diyar (“dîdar, hevdîtin, civîn”) + -î, wek ku meriv biçite dîdar û mêvaniyê û adeten tiştekî bi xwe ra bibe yên dîtî ku diyariya wan bide; yan berevajiyê. Herewsan dibe ku girêdayî dan, ku di zimanên din ên hindûewropî da jî bêjeya boyî "diyarî" ji lêkira dayîn tête dariştin; bide ber rusî дар (dar), yûnaniya kevn δῶρον (dôron), ermeniya kevn տուր (tur) (> ermenî տուրք (turkʻ))... Hemû ji proto-hindûewropî *déh₃rom (“diyarî”), ev bixwe ji *deh₃- (“dan”), ku bêjeyeke ewsanî hêsan î veavakirin e ku xwedêgiravî ev pareke çanda Proto-Hindû-Ewropî a kevnar bûye.