Jûjî

doşav

navdêr
  1. Şerbeta tirî ya kelandî.

    de
    Melasse / Sirup / Saft
    en
    molasses
    nl
    melasse
    tr
    pekmez / şurup / pekmez suyu / şerbet

Etîmolojî

Ji aramî דבשא (duvşa/dibşa, “doşav; hingiv, hingvîn”). Hevreha soranî دۆشاو (doşaw), farisî دوشاب (dûşab), îbranî דבש (divaş, “hingiv, hingvîn”) erebî دبس (dibs, “doşav, dims - ku serekaniya peyva kurdî dims e”), akadî [skrîpt hewce ye] (dişpu, “hingiv, hingvîn”) ji deşpu (şîrîn). Bi metatezê cihê Ş û B/V bi hev guheriye û bûye "doş-av" belkî li gor etîmolojiya gelêrî de bi texmîna ku "doşav" cûreke "av"ê yan "avî" (ruhn, rewan) be. Bi vê texmînê û li ber modela "doşav"ê paşî peyva xoşav jî hatiye çêkirin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.