cînavk
Kesê yekem yê yekjimar; kesa/ê ku dipeyive dema ku behsa xwe dike; kesa/ê ku tiştekî dibêje.
- de
- ich
- en
- I, first person singular subjective pronoun.
- nl
- ik
- tr
- ben
Mînak
Ez neçûm.
Ez û tu.
Etîmolojî
Hevreha zazakî ez, goranî/hewramî ez, tatî ez, talîşî ez, partî 𐫀𐫉 (ʾz), pehlewî 𐫀𐫗 (ʾn) (/ez/, /en/), osetî ӕз (æz), sogdî 𐫀𐫉𐫇 (əzú), peştûyî زه (ze), avestayî 𐬀𐬰𐬆 (ezə) û 𐬀𐬰𐬇𐬨 (ezə̄m), hexamenişî 𐎠𐎭𐎶 (a-d-m, /edem/), sanskrîtî अहम् (ahám), ermenî ես (es), latviyayî es, lîtwanî aš, slaviya kevn ꙗзъ (yazŭ), bulgarî аз (az), novgorodiya kevn ѧꙁо (jęzo), rûsî я (ya), yûnanî εγώ (egó), latînî ego, portugalî eu, îtalî io, spanî yo, fransî je, norwecî eg / jeg, danmarkî jeg, swêdî jag, almanî ich, inglîziya kevn iċ, inglîziya niha I (bixwîne: ay)... hemû ji proto-hindûewropî *éǵh₂. Bo guherîna *ǵ y