Jûjî

fincan

navdêr
  1. Amana biçembilk ya biçûk ya ku mirov qehweyê yan çayê jê vedixwe.

    de
    Tasse / Becher / Kelch
    en
    cup
    nl
    beker / kop / mok / tas
    tr
    fincan / kâse

Etîmolojî

Ji erebî فنجان (fincan) ji zimanên îranî, bide ber farisî پنگان (pengan) ku di bin tesîra erebî de di farisî de jî bûye فنجان (fincan) lê پنگان (pengan) jî hê maye. Ev peyva îranî bi şiklê xwe yê erebî li Rojhilata Navîn û Rojhilata Ewropayê û herwiha li Navenda Asyayê belav bûye: azerî û tirkî fincan, gurcî ფინჯანი (p’inǰani), yûnanî φλιτζάνι (flitzáni), albanî filxhan (bixwîne: filcan), sirbo-xirwatî филџан / fildžan, makedonî филџан (fíldžan), romanî filigean, polonî filiżanka... Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de "p" ya îranî di erebî de bûye "f" û/yan "g" ya îranî bûye "c" û dîsa bi şik

Peyvên girêdayî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.