Komeke malan yên ku li derekê li nêzîkî hev dijîn (û bi hev re tên birêvebirin). Gund ji bajar û bajarokan biçûktir in û hejmara kesên lê dijîn bi gelemperî nagihe hezaran.
- de
- Dorf
- en
- village
- nl
- dorp
- tr
- köy
Mînak
Li gundê me 50 mal hene.
Hê negihiştibû nav gundî, zarrok hatin pêşiyê.
Etîmolojî
Hevreha pehlewî gund (“kom, ref, grûp; leşker, leşkergeh”), farisî غند (xund) / غنده (xundê) anku gumtik, gumtilk, girik... ji zimanên îranî. Tê texmînkirin ku peyva erebî جُنْدِيّ (jundiyy /cundî/, “ku wek cindî ketiye kurdî jî”) ji peyva îranî "gund" be. ܓܘܕܐ (gudda, “leşker, ref”) ya aramî jî ji îranî ye. Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de "g" ya îranî di erebî de dibe "c" binere gûz, gêzer, gewher. Peyva "gund" di Serdema Navîn de di kurmancî de ser ji peyva dih stand ku êdî di kurmancî de pir kêm bi maneya "gund" tê bikaranîn lê hevrehê wê دێ (dê) di soranî de, dew di zazakî de û dih