Jûjî

heyv

/hɛjv/

navdêrmêzaPirjimar: heyv
  1. Cismekî asîmanî ye ku li dor dinyayê dizivire û bi taybetî bi şev şewqa xwe didiyê.

    de
    Mond / Monat
    en
    moon
    nl
    maan / maand
    tr
    ay / kamer
  2. ay

    de
    Monat
    en
    month
    nl
    maand

Etîmolojî

Serekaniya peyvê nayê zanîn lê hevreha ayişm ya pehlewî û aşm (aşme, aşmi, aşmî) ya zazakî ye. Di kurmancî dengê M dibe v û yê ş winda dibe. Bo nimûne, di farisî de çeşm û di kurmancî de çav, di zazakî de amnan, di kurmancî de havîn. Hêjayî gotinê ye ku di soranî û farisî de peyvên cuda bo "heyv" û "meh" nînin, bi soranî herdu "mang" û bi farisî jî herdu "mah" in ku herdu jî hevrehên peyva meh ya kurmancî ne. Lê li aliyekî din, balkêş e ku di hin devokên kurmancî de peyva "meh" peyda nabe û bêjeya "heyv" bi herdu maneyan li kar e.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.