navdêr
Heyberên jîndar yên dikarin bimeşin û hest bi tiştan bikin.
- de
- Tier
- en
- animal
- nl
- dier / beest
- tr
- hayvan
Etîmolojî
Ji erebî حيوان (ḧeywan) ji rehê حيو (ḧ-y-w-: jîn, jiyan) ku herwiha serekaniya peyvên wek heyat û Hewa ye jî. Heman peyva "heywan" di hemû zimanên misilmanan de cih girtiye: farisî حیوان (hêyvan), tirkî hayvan, urdûyî حیوان (heyvan), azerî heyvan, endonezyayî hewan, swahîlî haiwani, qazaxî хайуан (xaywan)... Bo têkiliya navbera "heywan" û "jiyan"ê bide ber latînî animal (heywan) ji anima (ruh, nefes). Peyva latînî ketiye piraniya zimanên Ewropayê: îngilîzî, fransî, spanî û portugalî animal, îtalî animale... Di kurdî de van salên dawiyê pir hatiye hewldan ku peyveke îranî li cihê wê bê bicihkir