Jûjî

hilûk

navdêr
  1. Încas, hêrûg, alûçe, şilor mêweyek anku fêkiyek yekberik û rûhilû (ne gir) e (bi gelemperî rengê wê mor yan sorê tarî ye).

    de
    Pflaumenbaum / Pflaume / Zwetschge
    en
    plum
    nl
    pruimenboom / pruim
    tr
    erik

Etîmolojî

Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî hêrûk, soranî ههلووژه (helûje), ههڵووچه (hełûçe), kirmanşanî alûçe, farisî آلو (alû), آلوچه (alûçe), pehlewî alûg, ji zimanên îranî, herwiha hevreha sanskrîtî आलू (alû), latînî allium (pîvaz, sîr)... hemû ji proto-hindûewropî *h₂eHlu- (“reh, kixs”). Herwiha bide ber sûmerî 𒄩𒇻𒂠 (ḫa-lu-ub₂ /⁠ḫalub⁠/, “hilûk”). ալոճ (aloç) ya ermenî û herwiha alıç û erik yên tirkî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.