Jûjî

himêz

navdêr
  1. bersîng, bermil, koş, pêsîr

    en
    hug
    tr
    kucak / bağır

Mînak

  • Himêz kirin.

  • Di himêzê de rûniştin.

Etîmolojî

Herwiha himbêz, hembêz, hevreha soranî amêz, belûçî همباز/امباز (hembaz/embaz: himêz, himbêz), her sê ji *hem- (hev) û baz- (bazik, bazû, bask). Bo ketina B ji pey M, bidin ber bo nimûne şemî/şembî yan simêl/simbêl. Bo guherîna A bi Ê, bidin ber bo nimûne 'kitêb yan hêcet. Bo peyvsaziyê heriwha bidin ber îngilîzî embrace (himêz kirin) ji fransî embrasser ji latînî *imbracchiāre ji im-/in- (li gel, pê re, tê de) + bracchium (baz, bazû, bask, mil).

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

himêz — ferhenga kurmancî · Jûjî