hoker
wê demê, wî çaxî, wî wextî, wê gavê, wî zemanî, ewçax
- de
- dann / damals
- en
- then, at the time
- nl
- toen
- tr
- bir zamanlar / o zaman / o sırada / eskiden
Mînak
Hingê min ew nas kir.
Eger ez nikaribûma dîsan vegeriyama cîhana xwe!.. Hingê?..
Etîmolojî
"Hingê, hîngê" jî ji "hin-/hîn-" (wê) + "geh" + "ê" ye anku "wê gavê, wê demê". "Hin/hîn" wek peyveke serbixwe bi maneya "wê" yan "vê" di kurmancî de nîne yan nemaye lê hevrehên wê ha/han/hanê/he/henê" ye wek di peyvên "eva han, ewa han" û hwd de. Di farisî de jî "în" (ev[a han]) û "an" (ew[a han]) ji eynî rehî ne. Hevreha "hingê" di farisî de "angah" e ji ber ku "geh" di farisî de wek "gah" e. Bi heman awayî peyvên here (vir, vê derê) û hire ji hi- + derê hatine çêkirin wek ku vir jî ji vê + derê û wir jî ji wê + derê peyda bûye.