Jûjî

kîvroşk

/kiːvˈɾoːʃk/

navdêr
  1. Cureyek heywanên guhandar yên giyaxwer û xwedî guhên dirêj û lingên wan ên pêşiyê kurt û lingên wan ên piştî dirêj in.

    de
    Kaninchen / Hase
    en
    rabbit / hare / cony / bunny
    nl
    konijn
    tr
    tavşan

Mînak

  • Ji vê qareqarê û qîrînê teyrê ser darên nêzîk difirin, kêwrîşk ji bin belga direvin, beq jî ji hêşnayê xwe davêjin avê.

Etîmolojî

Herwiha keroşk, kerguh, hevreha کەروێشک (kerwêşk) ya soranî, harweş ya zazakî û farisî خرگوش (xergûş), hemû ji zimanên îranî bi maneya "ker-guh" anku ya ku guhên wê wek yên keran in. Bo navlêkirinê û guherîna dengan, bidin ber kevjal ji ker-çeng.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

kîvroşk — ferhenga kurmancî · Jûjî