Jûjî

kil

/ˈkɘl/

navdêr
  1. Rengê reş yê jin li bijangên çavên xwe didin (daku bijang tarîtir yan bihêztir yan stûrtir bibin).

    de
    Antimonpulver / Wimperntusche / Mascara / Schwanz
    en
    mascara / kohl / tail / coccyx
    nl
    kohl / mascara
    tr
    sürme / rastık / rimel / maskara

Mînak

  • Kilê dutmam u pismama dermanê bîtikane.

  • Lakîn kil li nik wan 'adet e. Mêr û jin di’emilînin (saz dikin, durust dikin) û dikêşine çavêd xwe.

Etîmolojî

Hevrehên soranî کل (kil), کڵه (kiłe) û کله (kile), herdu ji erebî كحل (kuḥil - bi erebiya devokî herwiha kol, kiḥel, kiḥil) ji aramî ܟܘܚܠܐ (kuḥla), hevreha îbranî כחל, (kaḥal), ji akadî [skrîpt hewce ye] (guḥlu). Bi rêya erebî li piraniya dinyayê belav bûye: îngilîzî kohl, fransî khôl, almanî kajal, rusî кайал (kajal) (kayal)... Ji eynî rehî: alkol, alkohol.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.