Jûjî

kuncî

/kʊnˈd͡ʒiː/

navdêr
  1. Susam, simsim, zegerek, darek e li germistanên Asyayê şên dibe û tovek hûr û pehn dide ku zeyt û tehîn û hin xwarinên din jê tên çêkirin.

    de
    Sesam / Sesamsamen
    en
    sesame
    nl
    sesam / sesamzaad
    tr
    susam

Mînak

  • Çandiniyên wan ên avî penbû, kuncî û maşik in.

  • (...) perîyek nan digere di nava hingiv de radike û li ser kuncîyan datîne (...)

Etîmolojî

Hevreha soranî کونجی (kuncî), farisî کنجد (koncid, koncod), tacikî кунҷид (kunjid), pehlewî (kuncid), ji zimanên îranî. քունջութ (kʻunǰutʻ) ya ermenî, ქუნჯუტი (kunǯuṭi) ya gurcî, кунжут (kunžut) ya rusî û küncü ya tirkî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Lê hevwateya wê di piraniya zimanên ewropî de - bo nimûne sesame ya îngilîzî - bi rêya yûnaniya kevn σήσαμον (sḗsamon) ji zimanekî samî, ihtimalen aramî שושמא (şuşma), kurtkirina שומשומא (şumşemma) ji akadî 𒃻𒈦𒌑𒈬 (šamaššammū, “riweka zeytê”) ji 𒉌 (šaman, “zeyt”) + 𒌑 (šammu, “riwek, giya, şînkatî”)) hatine wergirtin. simsim û susam jî ji wê ne.

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

kuncî — ferhenga kurmancî · Jûjî