Jûjî

kupînoz

navdêr
  1. Lîstikeke xwehilavêtina li ser malikan e,

    de
    Hickelkasten / Hüpfspiel / Paradiesspiel / Himmel und Hölle
    en
    hopscotch
    nl
    hinkelen
    tr
    seksek

Etîmolojî

Dema ev lîstik tê lîstin di beşek lîstikê de lîstikvan çave xwe bi destê xwe digre û malika yek bi yek derbas dike. Her cara ku gavekê davêje lîstikvan dibêje "kupî" û ger nigê lîstikvan di nav tuxubên malikê de be yên li dora wî dibêjin "noz". Her cara ku peyva "noz" tê gotin lîstikvan derbasî malika din dibe. Heta hemû malik xelas nebin lîstikvan nikare çavê xwe vek e. Di vê demê de ger nigê lîstikvan bikeve ser tuxubê malikê yan jî bikeve derveyî tuxubê malikan lîstikvan dişewite. Tiştê ez fêm dikim "kupî" halê kurt û veguherî yê "pî li ku" ye. Û "noz" jî halê veguherî ya "ne li ser" e.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.