navdêr
Alavên bipişt û bipêpik yên bi giştî bo rûniştina kesekî.
- de
- Stuhl
- en
- chair / seat
- nl
- stoel / zetel
- tr
- sandalye / kürsü / koltuk / iskemle
Mînak
Rûne ser kursiyê.
Li ser kursiyê rûniştim.
Etîmolojî
Hevreha soranî کورسی (kursî), zazakî kursî, farisî کورسی (berê "kursî", niha "korsî"), tirkî kürsü (bi tirkiya osmanî كرسى (/kursî/)), erebî كرسي (bi erebiya standard "kursiyy", bi erebiya devkî "kursî, kirsî"), siryanî ܟܘܪܣܝܐ (kursiya), aramî כרסא (kursa) û כסא (kusa), îbranî :Şablon:ge, ugarîtî 𐎋𐎒𐎜 (kisủ), akadî 𒄖𒍝 / 𒄑𒄖𒍝 (kussû, kursû)... hemû ji sûmerî 𒄖𒍝 (gu.za). Peyv ji Rojhilata Navîn belav bûye Başûrê Asyayê jî: ûrdûyî کرسی (kursī), peştûyî کورسۍ (kursiy), hindî कुरसी (kursī), punjabî ਕੁਰਸੀ (kursī)...