Herdu deriyên devî yên nerm û bigoşt yên ku ji hev dûr dikevin dema ku dev vedibe.
- de
- Lippe / Lefze / Schnauze
- en
- lip
- nl
- lip
- tr
- dudak
Mînak
lêva jêrîn anku lêva binî û lêva jorîn anku lêva serî.
lêv ramûsandin yan ramûsan anku lêv maç kirin
Etîmolojî
Hevreha soranî لێو (lêw), kurdiya başûrî lêw, hewramî lew, zazakî lew, farisî لب (leb), tacikî лаб (lab), pehlewî leb, latînî labium û labrum, îtalî û spanî labio, portugalî lábio, katalanî llavi, fransî lèvre, danmarkî læbe, norwecî leppe, swêdî läpp, îngilîzî û holendî lip, almanî Lippe, latviyayî û lîtwanî lūpa... hemû ji proto-hindûewropî *leb- (livlivîn, livîn, leqîn > lêv). Heman peyv herwiha serekaniya peyvên bi wateyên alîstin yên gelek zimanan e, bo nimûne: hîtîtî 𒇷𒅁𒍣 (le-ep-zi), yûnaniya kevn λάπτω (láptō), latînî lambō, ermeniya kevn լափեմ (lapʿem), rusî ло́пать (lópatʹ: dabilandin,