Jûjî

lîs

/ˈliːs/

navdêr
  1. niştingeha firindeyan, cihê vehewîn û bênvedana firindeyan, cihê nivistina firindeyan (bi gelemperî hêlîna firindeyan yan jî çeqek darê)

    de
    Hühnerstange
    en
    roost / perch
    nl
    roest / kippenrek
    tr
    tünek

Mînak

  • Legleg lîsê xwe li ser daran çêdikin.

  • Lîsê dîk û mirîşkan.

Etîmolojî

Hevreha soranî lîs, sanskrîtî नीड (nīḍa) (nîşá: hêlîn), latviyayî lizda (hêlîn), lîtwanî lizdas (hêlîn), latînî nidus, îngilîzî nest, fransî nid, oksîtanî nis, rusî насест (nasest) (nasêst: lîs), гнездо (gnêzdo: hêlîn)... hemû ji proto-hindûewropî *nisdós (hêlîn) ji *ni- (xwarê, jêr) + *sed- (rûniştin) ku herwiha serekaniya niştin û rûniştin yên kurdî ne. Bo guherîna N > L bide ber nimêj > limêj.

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

lîs — ferhenga kurmancî · Jûjî