navdêr
(nadir, farismancî) sinor, tixûb, hidûd, hed, navbera du welatan yan deveran
- de
- Grenze / Schranke
- en
- border / boundary / frontier / limit
- nl
- grens / perk / landsgrens
- tr
- sınır / özür
Mînak
Gundê wan li ser merzê Îranê û Iraqê ye.
Etîmolojî
Hevreha farisî yan ji farisî مرز (merz), farisiya navîn merz, avestayî merezu-, latînî margo, îrlendiya kevn mruig, bruig, gotî 𐌼𐌰𐍂𐌺𐌰 (marka), îngilîziya kevn mearc, îngilîziya nû û piraniya zimanên skandinavî mark, îngilîzî herwiha march, almanî Mark, fransî marge, spanî margen, portugalî margem... hemû ji proto-hindûewropî *merg-. ermenî մարզ (marz) û aramî ܡܪܙܐ (merza: tixûb, sinor) ji zimanên îranî hatine wergirtin. Ji eynî rehî: merc, marjîn, marjînal, mark, markîz...