Jûjî

muhr

/ˈmʊhɾ/

navdêr
  1. Nîşana ku çêkerê/a belgenameyek fermî li wê belgeyê dide daku bêt zanîn ku resen e anku ne sexte ye.

    en
    stamp / seal
    tr
    mühür

Mînak

  • Şûşeya nûrîn cesed lêDergehê muhra ehed lêEks û nişana semed lê

  • Ergatîvî muhra kurmanciyê ye

Etîmolojî

Ji erebî مهر (muhr), ji zimanên îranî, bi farisiya navîn mihr, mitr, parsî mîhr, hexamenîşî mitre-, miθre-, avestayî miθro-, sanskrîtî मित्र (mitre-), hemû ji proto-îranî *mitra- (“peyman, ehd”). Heman peyv serekaniya mihrevan ya kurdî ye jî lê idiayên ku dibêjin peyva mîr û/yan merheba jî jê ne, bêbingeh in; ew herdu ji erebî ne. Peyva kurdî "muhr" û ya farisî مهر (muhr) bi forma erebîkirî ve ji erebî li kurdî û farisî vegeriye.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.