navdêrmêzaPirjimar: nîşan
Tişta/ê tiştek jê diyar dibe; tişta/ê mirov tiştekê/î pê dinase yan dizane.
- de
- Zeichen / Anzeichen
- en
- sign, mark, symbol
- nl
- teken
- tr
- işaret / alamet / gösterge
Mînak
Hew, wê nîşanê tirs xistibû dilê wî. Nîşanên welê herdem bê xêr dibûn.
Etîmolojî
Hevreha soranî نیشان (nîşan), farisî نشان (nêşan), farisiya navîn nêşan, ji proto-îranîkî *ni- (“ni-”) + *yaš- (/yeş/, “nîşan dan, diyar bûn”), bi gengazî bi paşgira pirjimariyê -an. Têkiliyên wêdetir ên derî hindûîranîkî nevebirî ye. Ne ji proto-hindûewropî *h₃ekʷ- (“dîtin”), herçend şibana dengî û wateyî a serpilkî hebe jî. Bide ber sanskrîtî यक्ष (yakṣa, “xeyaleta giyanî”). nişan ya tirkî, նշան (nşan) ya ermenî û nishan ya albanî ji zimanên îranî hatine wergirtin.