navdêrnêrza
Ristika ku dua li ser hatine nivîsîn yan pê ve hatine xwendin û mirov dike stuyê xwe yan zendê xwe daku ji nezer û xirabiyê bêt parastin.
- de
- Amulett / Abschrift / Zauberspruch / Voodoo
- en
- amulet, charm, talisman
- nl
- amulet
- tr
- tılsım / muska / hamail / belit
Mînak
Ew tayife qewî zêde bawerî û i'tiqadî bi niviştan dikin.
Dibe ku li vî gundî meleyekî ku niviştekê ji Ûsiv re çêbike, hebe.
Etîmolojî
Ji farisî [skrîpt hewce ye] (niviştê/neviştê, “nivîsiyayî, nivîsandî”) ji [skrîpt hewce ye] (nivişten/nevişten, “nivîsîn”) anku tiştê ku duayek li ser hatiye nivîsîn (yan pê ve hatiye xwendin). Lê herwiha bide ber akadî nêpiştu / nêpêşu / nêpişu (“ayîn rîtuel, rît, merasim, rêûresm”).