Jûjî

/ˈpeː/

1.hoker
  1. Guhartoyeke pey (“li pê tiştekî”).

2.navdêrnêrzaPirjimar:
  1. herdu parçeyên leşî yên ku mirov pê dimeşin anku bi rê ve diçin bi taybetî beşa mirov dikin di pêlavê anku solê de.

    de
    Fuß / Fuss
    en
    foot
    nl
    voet
    tr
    ayak
  2. bacak

    de
    Bein
    en
    leg
    nl
    been
  3. arm

Etîmolojî

Herwiha pî, hevreha soranî پێ (pê), kelhûrî pa, zazakî pay, farisiya niha پا (pa) û farisiya kevntir پای (pay), tacikî пой (poy), belûçî پاد (pad), farisiya navîn 𐫛𐫀𐫅 (pʾd, /pay/), pertî 𐫛𐫀𐫅 (pʾd /pāδ/), avestayî 𐬞𐬀𐬜𐬀 (paδa) û 𐬞𐬁𐬜𐬀 (pāδa), hexamenişî 𐎱𐎠𐎭 (p-a-d /pādaʰ/), sanskrîtî पद् (pád), ûrdûyî پاؤں (pā̃v), hindî पांव (pā̃v), hîtîtî 𒉺𒋫 (pa-ta; bi sûmerografî 𒄊𒀸), toxarî A pe, toxarî B paiyye, yûnaniya kevn πούς (poús), latviyayî pēda, lîtwanî pėda, latînî pēs, îtalî piede, fransî pied, spanî pie, portugalî pé, oksîtanî pè, îngilîzî foot (pirhejmar: feet), norwecî/swêdî fot, danmarkî fod, a

Peyvên girêdayî

Hevwate

Awayên din

3.daçek
  1. Bi wê, bi wî, bi wan

    de
    mit / mittels / durch / indem
    en
    with him/her/it
    nl
    voet
    tr
    ayak
  2. ile / vasıtasıyla

    de
    mit / mittels
    en
    with, by, by means of
    nl
    met / door middel van

Mînak

  • Hevalê min tirimpêl heye, em pê hatin (anku bi tirimpêlê hatin).

Etîmolojî

Bi kurmanciya îro têkildarî bi + wê, lê di esla xwe de ji îranîkiya navîn pey- (bo ku maneya hev bide lêkeran li kar bû, zazakî pê hê wisan e) û epay (farisî با (ba) soranî پێ (pê)) di kurdiyên din de form û wateya xwe a resen a pê parastiye ji ber ku bo ku bibêjin bi wê/wî, ew dibêjin be'w (be ew).

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

pê — ferhenga kurmancî · Jûjî