Jûjî

pîvan

/piːˈvɑːn/

1.navdêr
  1. Hesibandina dirêjahiya yan firehiya yan bilindahiya yan kûrahiya tiştekî:.

    de
    Messung / Kriterium
    en
    measurement / criterion
    nl
    meting / criterium
    tr
    ölçüm / ölçüt / kriter / kıstas

Mînak

  • Pîvana dirêjahiya rê.

  • Pîvana bilindahiya xanî.

2.lêker
  1. Dirêjiya tiştekê/î hesibandin.

    de
    messen
    en
    to measure
    nl
    meten
    tr
    ölçmek, hesaplamak, hesap etmek, oranlamak

Mînak

  • Kabira kefte kolanan, hindek deh cara pîvan û hêj qîma wî nehat û her car tê ra dibûrî, heçwekî ev kolane nedîtîn.

Etîmolojî

Hevrehên soranî پێوان (pêwan) û پیوان (pîwan), zazakî peymene, hewramî pîmay, farisî پیمودن, pehlewî peymûden, avestayî peytima- û vî-med (bijîşk), hemû ji îraniya kevn *peti- + *ma- Ji proto-îranî *peti- + *ma-, ji proto-hindûewropî *med-, jê herwiha yûnaniya kevn μέδω (mêtho: parastin), latînî meditor (ramîn, fikirîn), ermeniya kevn միտ (hiş, aqil), gotî 𐌼𐌹𐍄𐌰𐌽 (mitan: pîvan), almanî messen (pîvan), îngilîzî mete (pîvan). Peyva peyman jî ji eynî rehî ye.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

pîvan — ferhenga kurmancî · Jûjî