navdêr
Kesê kar dike (bi taybetî bo kesek din û meaş jê werdigire û bi taybetî di cotkariyê de).
- de
- Erntehelfer / Erntehelferin
- en
- farm worker
- nl
- landarbeider / oogster
- tr
- hasatçı
Mînak
Pale her tiştî çêdikin; şekir, titûn, pirtî û hûr mûrê mayîn hazir dikin.
Etîmolojî
Hevreha soranî پاڵه (pałe), herdu ji aramî ܦܥܠܐ (pa'la, pa'le, “karker, xebatker, şolker, cotkar, felah”) ji ܦܥܠ (p-'-l-: kirin, xebitîn, kar kirin, şol kirin, şuxulîn, cot kirin, paletî kirin), hevreha îbranî פּוֹעֵל (po'êl, “karker”) ji פעל (pe'el: kirin) û erebî فاعل (fa'il, “karker, xebatkar, encamder, biker, kirox, fail”) ji فعل (fe'ele, “kirin”). P ya samî û ya peyvên biyanî berê di erebî de dibû F (niha dibe B) ji ber ku di erebî de P nîne. Binere herwiha "felah" û "fileh" yên ku ji erebî ketine kurdî.