Jûjî

pare

/pʰɑːˈɾɛ/

1.hoker
  1. (devkî, devokî) ji par re, ji piştê ve, dû tiştekî re, piştî ku tiştek bibe:

    de
    zurück

Mînak

  • gurên har pare gihanê.

Etîmolojî

par(3) + -re

Peyvên girêdayî

2.navdêrnêrza
  1. Per û asinên çapkirî yên tişt pê tên kirîn anku standin.

    de
    Geld
    en
    money
    nl
    geld
    tr
    para / tıngır / yeken / akçe

Mînak

  • Euro, dolar, dînar û lîre pare ne.

  • Hejarî ye û pare jî di dest hemû kesan de nîne.

Etîmolojî

Ji par (2) + -e, hevreha farisî pare(h), pehlewî parek, ji proto-hindûewropî *perə- (parçe kirin; parve kirin). para ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Herwiha hevreha latînî parare.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.