Jûjî

parsû

navdêr
  1. hestiyên mîna rekehê li dor hinavan, parxwan:

    de
    Rippe
    en
    rib
    nl
    rib
    tr
    kaburga

Mînak

  • Gule li şala pişta paşayê dikevit û dibore , li ser parsûyan li rûyê çermê diçe û derbaz dibe.

Etîmolojî

Herwiha perasû, hevreha soranî پەراسوو (perasû), goranî/hewramî perasû, zazakî parsû, avestayî 𐬞𐬀𐬭𐬆𐬯𐬎 (parəsu), farisî پهلو (pehlû), pehlewî pehlûg, osetî фарс (fars), sanskrîtî पर्शु (párśu), hindî पसली (paslī), albanî parz, parzëm, lîtwanî pìršys, rûsî пе́рси (pérsi), sirbokroatî пр̏си û пр̏са / pȑsi û pȑsa, slovenî pŕsi, çekî prs û prso, slovakî prsia, polonî pierś... hemû ji proto-hindûewropî *pérḱus (parsû; sîng). Di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyv nayê dîtin. Di zimanên slavî de peyv ne bi wateya perasû lê bi manaya sîng e. Vê kiriye ku hinek etîmolog biguman bin li ser hevreha

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

parsû — ferhenga kurmancî · Jûjî