Jûjî

peyivîn

/pɛjɘˈviːn/

1.navdêr
  1. axiftin, qisekirin, xeberdan, ştexilîn

    de
    Sprache
    en
    speech / talk / speaking
    nl
    spraak
    tr
    konuşma / söz

Mînak

  • Peyivîna bi awayekî şîrîn.

  • Peyivîna min birî.

2.lêker
  1. Peyma bi alîkariya zimanî ragihandin.

    de
    sprechen / reden
    en
    to speak, to talk
    nl
    spreken
    tr
    konuşmak

Mînak

  • Ji wê rojê û vir ve, ez pir caran çûm mala wî û pê re peyivîm.

  • Ew di ber xwe de dipeyivî.

Etîmolojî

Ji proto-îranî *pati-dav. Hevreha soranî دوان (dwan), ku teşeya bêyî *ped e. peyv jê dariştî ye û ne berevajiya wê. Ji bilî hinek devokên kurmancî, di zaravayên din yên kurdî de yan jî di zimanên din yên lêzim de ev peyv peyda nabe. Vê dawiyê bi riya zimanê nivîskî û medyayê ji kurmancî ketiye soranî jî, bi taybetî di peyva hevpeyivîn de.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

peyivîn — ferhenga kurmancî · Jûjî