Jûjî

qerebû

/qɛɾɛˈbuː/

navdêr
  1. Pareyê ku ji kesa/ê ziyanlêbûyî re tê dan.

    de
    Abfindung / Ausgleich / Entschädigung / Ersatz
    en
    compensation / damages / amends / indemnity
    tr
    tazminat / ödence / telâfi

Etîmolojî

Vê dawiyê bi rêya soranî ji erebî ye قربة (qurube, “karên qenc”) û قُرْبَان (qurbān, “qurban, gorî, fîda”) ji aramî קרבן (korban) ji îbranî קרבן (korvan) ku bi rêya yûnaniya kevn κορβᾶν (korbân) (korbân) wek corban ketiye îngilîzî jî. Hêjayî gotinê ye ku peyv tam wek "qerebû" bi û maneya "tezmînat" di erebî bi xwe de ne li kar e anku kurdî ev şikil û wate li wê bar kirine. Ji ber texmîna ku "qerebû" peyveke eslî ya kurdî ye, gelek kes wê li cihê "tezmînat" ya bêtir berbelav û fehmbar bi kar tînin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.