Jûjî

qirêj

/qɘˈreːʒ/

1.rengdêr
  1. Tiştê ne pak e ku li ser lebatên laşê kesek yan li ser cilên kesek û wd. peyda dibe û wan dixe rewşa ne pakîyê.

    de
    schmutzig / dreckig / verdreckt
    en
    dirty
    nl
    vuil / smerig / vies
    tr
    kirli

Mînak

  • Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin.

  • …de biçin weke xwe bikin, bi derew û tevgerên xwe yên qirêj dijminiya min bikin.

Etîmolojî

Hevreha soranî کڕێش (krrêş) (kirrêş), kurdiya başûrî qirêşt, jê wêdetir nayê zanîn. Dibe ku bi metatezê ji erebî قذر (qeðir) e. "ð" anku "zal" yanî z-ya fis ya erebî adeten di kurdî de dibe "z" û /z/ên ji zimanên biyanî gelek caran dibin /j/ (bide ber hejîn, mêj). Dikare bê texmînkirin ku hevreha "kirêt" ya ji ermenî կեղտ (kêłt) yan jî "kirh" ji tirkî kir (pîsî) be (heman peyv di zimanên din jî yên tirkîkî de heye - azerî, ozbekî, tirkmenistanî - loma ya kurdî dê ji tirkî be, ne berevajî). /êj/a dawîn gengaz e ku ber modêla paqij (<*pakêj) çêbûye. Hebûna bêjeyê di gelek zimanan de hesibandî, h

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.