Jûjî

reben

/rɛˈbɛn/

1.rengdêr
  1. belengaz, hejar, feqîr, perîşan, jar, goyîn, nedar, belingaz, xweliser

Etîmolojî

"Reben" bi maneya "keşîş, qeşe, abidên fileh" (îngilîzî: monk) ji aramî [skrîpt hewce ye] (reben) tê ku maneya "mezinê me" dide (bide ber erebî: "rebbena" = xwedayê me, rebbê me) û hevreha "reb" (xweda) û "rebbî" (serekên dînî yên cihûyan) e. Forma wê ya mê jî "rebene" ye. "Reben" bi maneya "perîşan, belengaz, şerpeze, jar, hejar" jî divê ji wê be ji ber ku "abidên fileh" wek yên misilman jî (derwêş, sofî, feqî) wek kesên feqîr û jar tên hesibandin. Bo hin peyvên din jî yên deynkirî ku ji wateya xwe ya bingehîn dûr ketine, binere: bedew, cindî (bi maneya keşxe)

Peyvên girêdayî

2.navdêr
  1. keşîş, qeşe, abidên fileyan

    de
    arm
    en
    indigent / needy / unsuspecting / hermit
    nl
    behoeftige / arme stakker
    tr
    fukara / gariban / garip / kuş beyinli

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

reben — ferhenga kurmancî · Jûjî