Jûjî

sibat

navdêr
  1. Meha duyem ji salnameya zayînî ye ku kurttirîn meha salê ye û ji 28 yan - her çar salan carekê - 29 rojan pêk tê; meha dawîn ya zivistanê.

    de
    Februar / Hornung / Feber
    en
    February
    nl
    februari
    tr
    şubat / gücük / küçük ay

Mînak

  • Sibatê, befr û ba tê.

Etîmolojî

Bi rêya erebî شباط (şubaț) yan aramî ܫܒܛ (şubaṭ) ji îbranî שבט (şibat /şivat) ji akadî 𒌗𒍩 (šabāṭu, “meha çandinê - meha 11 ya salnameya babîlî ku diket dawiya meha yek û destpêka meha 2 ya salnameya zayînî”). Sebebê guherîna /ş/ bi /s/ di vê peyvê de di devokên kurmancî de nayê zanîn. Piraniya navên mehên din jî yên zimanên Rojhilata Navîn ji akadî yan bi rêya akadî ji sûmerî ne: adar, nîsan, ayar, temûz, ab, îlon, çirî. Peyva gulan ("meha gulan, meha guldanê") wergera yekser ji hevwateya wê ya ayar ya ji akadî ye. Ji bilî kurdî, tirkî jî vê peyvê bi forma şubat bi berfirehî bi kar tîne. Lê we

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

sibat — ferhenga kurmancî · Jûjî