navdêr
(di nivîsîna erebî de) nîşana sekinînê, ْ, herfa ku diyar dike ku ti herfên bideng li pey ya bêdeng nayê
- tr
- yaka
Etîmolojî
Ji erebî سكون (sukûn) ji سكن (sekene, “sekinîn, rawestîn, nelivîn”), hevreha aramî שכנ (ş-k-n-: sekinîn, rawestîn), akadî şekanu. Ji eynî rehî: iskan, mesken, meskûn, misekin, sakin, sekinandin, sekinîn, sikûnet, teskîn.