navdêr
gewrayî, giyan, xeyalet, şeytanqûnî, pêşî, pêşû, pîrhebok, pîrhevok, şevreşk, sî, sih, say, saye, sîber, reş, reşe, pêrew, sepet, reşî, kî ye, temtelet, qeretûk, reşayî
- de
- Ausgeburt / Geist / Gespenst
- en
- phantom / revenant / specter / ghost
- tr
- ağartı / tayf / gölge / beyazlık
Etîmolojî
Ji spêleh, hevreh bi zazakî spêla û dibe ku soranî سپیلە (spîle) û spîlek, spîlik û htd; ji spî. Heke ji sipî nebe, dibe ku têkildarî pêş-hindû-ewropî *(s)pāuǵ-, *(s)pāug- (“ronakî, birqonekî”) ku di gelek zimanên din ên hindûewropî de bûye tiştek mîtolojîk; ingilîziya kevn pūca, ingilîziya niha puck (dêwok, dêw û periyên biçûk ku dişibin goblinan) holendî spook (“spêle, xeyalet”) (>ing:spook (“bizidandin”)), elmanî Spuk û gespük, sanskrîtî पाजस् (pā́jas, “ronak, birqonek”)... Herwiha binêre pêşû ku carinan bi heman wateyê tê bikaranîn.