Jûjî

strandin

lêker
  1. Bi rêya eciqandin, vezelandin, kişandin, pêlkirin û dewsandinê çikirina maddeyek yan girseyek homojen ji têkelkirina çend maddeyên din. Wekî ji av û arvan çêkirina hevîr yan jî ji av û axê çêkirina herîyê. Kebanîya malê heftê çend caran di leganê de hevîr distrê û nanê tenûrê lê dide

    de
    kneten / bewachen
    en
    knead / vocalize / knead dough / avoid
    nl
    kneden
    tr
    yoğurmak / çığırtmak / korumak / saklamak

Mînak

  • Diya min jî dixevitî; ewê cînara ra av danî, hevîr distra, dew dikla û me issa jî ebûr dikir.

  • bi mebesta strandina (stara/strîna/hefidîna) çewttêgihinekê

Etîmolojî

Hevreha farisî گستردن (gosterden, “fireh bûn, belav bûn”), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (wisterden), ji proto-hindûîranî *str̥náHti, dawiyê ji proto-hindûewropî *sterh₃-. Di zimanên din ên kurdî de nemaye. Bide ber avestayî 𐬯𐬙𐬀𐬭- (star-, “fireh bûn”)), latînî sternō (“belav kirin, fireh kirin”), sanskrîtî स्तृणाति (stṛṇā́ti), yûnaniya kevn στόρνῡμι (stórnūmi), slaviya kevn (о)строуити ((o)struiti), îngilîziya kevn strewian (jê >îngilîzî strew).

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.