werkwoord
bozulmak / bunamak
- en
- rotten / break-down / decay / become senile
- kmr
- Ji bo fêkiyan bi şiklekî wisa xerabûn ku êdî nema bê xwarin. Wek cebeş û petêx êdî bêhneke pîs tê kevê û hundirê wan bibe wekî dewî.
Voorbeelden
Ji ber germa havînê, hindik mabû serê min li ber tavê bidewibîya.
Serê min bi pirsên ku ji xwe dikim û bêbersiv dimînin hema hema bûye mîna petêxekî dewibî!
Herkomst
Dibe ku peyvên dew û dewibîn ji yek rehî (kok) derketibin. Ji ber ku dema fêkî û sebzeyên gelekî xera dibin, hendirê wan jî nerm dibe. Dibe av yanî bi rastî jî dibe wek dew. Hinek mirov dema kal dibin dixurifin (xurifîn) yanî hişê wan anormal kar dike, hafiza wan wenda û jar dibe. Ji wan kal pîran tê gotin dewixîye (dewixîn). Yanî mejiyên wan bûye wek dew!. Gelek eşkereye ku dewixîn û dewibîn him ji aliyê morfolojî u him ji aliyê wateyê gelekî nêzîke hevdûne. Dengên X û B bi hev re guheriye. Wekî peyvên pelixîn û perixîn.