piyes, zarvekirin, berhema tiyatroyê, berhema zarvekirinê ya ku lîstikvan bi xwe li pêş temaşevanan lîstika xwe pêşkêş dikin.
- de
- Schauspiel / Schauspielhaus / Theater
- en
- play (theatrical performance)
- nl
- optreden / schouwspel / toneelstuk / stuk
- tr
- piyes / tiyatro
Mînak
William Shakespeare gelek şanoyên navdar nivîsîne. Bijareya min Hamlet e.
Şagirdan şanoyek xweş pêşkêş kir.
Etîmolojî
Deyn ji soranî شانۆ (şano), ji tirkî şano ji îtalî scena /ˈʃɛː.na/ (şêna: bûyergeh) yan kurtkirina scenario ji latînî scaena yan scaenarium ji yûnanî σκηνή (skiní) (skênê: çadir, kon; sehne) ji rehekî samî, ihtimalen ji fenîkî [Peyv?], bide ber îbranî שכנ (ş-k-n-) û erebî سكن (s-k-n-: sekinîn, man, li cihekî jiyan) ku herwiha serekaniya peyvên sekinîn, sekinandin, sakin, mesken û miskîn e jî. Heman peyv wek senaryo jî ketiye kurdî. Bi îngilîzî jî scene û scenario ji eynî peyvê peyda bûne. Wek din jî piraniya peyvên têkilî hunera pêşkêşkirinê ji îtalî hatine: tiyatro, soprano, piyano, çelo, ale