Jûjî

şerenîx

navdêr
  1. şerê seyan, pevçûna kûçikan

    de
    Streit / Bekämpfung
    en
    dog fighting / dispute / argument / quarrel
    nl
    ruzie
    tr
    köpek dövüşü / tartışma / münakaşa

Mînak

  • Bêjeya "şerenîx" ji bo şerê segan têt bi kar anîn. Dema ko gelek seg hevdu vedigevizînin jê re dibêjin "şerenîx".

  • Hezar hizir û bîran, di miştoxê wî da, şerenîx dikir.

Etîmolojî

şer + -e- + *nîx. Şer ji erebî شر (şerr: xirabî) + -e- ji zimanên îranî + *nîx ji ermenî շուն (šun) (şûn: se, kûçik) bi guherîna cihê dengan anku metatezê (şûn > *nûş) û guherîna dengan (*nûş > *-nîş > -nîx). Bo guherîna cihê dengan binêre: metatez. Bo guherîna Ş/X bide ber paşil / paxil. Bo guherîna Û/Î bide ber hemû / hemî. Di hin devokan de ji ber analojiyê Ş-ya destpêkê jî wek herfa dawiyê bûye X (şerenîx > xerrenîx). Bo forma devokî cerrenîx anku guherîna Ş bi C, bide ber şebeş / cebeş ("şebeş" bi xwe jî bi analojiyê ji zebeş/cebeş peyda bûye).

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.