köpek dövüşü / tartışma / münakaşa
- de
- Streit / Bekämpfung
- en
- dog fighting / dispute / argument / quarrel
- nl
- ruzie
- kmr
- şerê seyan, pevçûna kûçikan
Örnekler
Bêjeya "şerenîx" ji bo şerê segan têt bi kar anîn. Dema ko gelek seg hevdu vedigevizînin jê re dibêjin "şerenîx".
Hezar hizir û bîran, di miştoxê wî da, şerenîx dikir.
Köken
şer + -e- + *nîx. Şer ji erebî شر (şerr: xirabî) + -e- ji zimanên îranî + *nîx ji ermenî շուն (šun) (şûn: se, kûçik) bi guherîna cihê dengan anku metatezê (şûn > *nûş) û guherîna dengan (*nûş > *-nîş > -nîx). Bo guherîna cihê dengan binêre: metatez. Bo guherîna Ş/X bide ber paşil / paxil. Bo guherîna Û/Î bide ber hemû / hemî. Di hin devokan de ji ber analojiyê Ş-ya destpêkê jî wek herfa dawiyê bûye X (şerenîx > xerrenîx). Bo forma devokî cerrenîx anku guherîna Ş bi C, bide ber şebeş / cebeş ("şebeş" bi xwe jî bi analojiyê ji zebeş/cebeş peyda bûye).