navdêrnêrza
Ji herdu mirovên ku kesek jê çêbûye yê zelam.
- de
- Vater
- en
- father
- nl
- vader / papa
- tr
- baba / ata
Mînak
Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhestBîst û yek bab in, hemî rast û durustHin yekî 'Ednan û Me'd û hem Nezar
Şerefxan babê dîroka kurdî ye.
Etîmolojî
Ji proto-hindûewropî *papa-, proto-îranî *pape-, (ihtimal e ji zimanê zarokan ku zarok pê daxwaza xwarinê dikin, bide ber pepe anku nan ya kurdî), hevreha bav ya kurmancî, bawk ya soranî (babe: babo forma gazîkirinê), بابا (baba) ya farisî ku ketiye tirkî jî; pape- ya farisiya kevn, πάππας (pappas: bab, babo) û papa ya latînî ku serekaniya heman peyva bi gelek zimanên ewropî ye. Tiştekî asayî û normal e ku bab di hin devokan de bûye bav ji ber ku di kurmancî de -b ya dawîn gelek car v dibe: şeb / şev.