Jûjî

dînar

/diːˈnɑːɾ/

navdêr
  1. navê pareyê hin welatan e (wek: Iraq, Kuwêt, Urdin, Cezayîr, Lîbya, Yemen, Sûdan, Tunîsya, Sirbistan, Makedonya)

    de
    Dinar
    en
    dinar (name of official currency of several countries)
    tr
    dinar

Mînak

  • Minnet ji Xudayî ko bi 'ebdê xwe Melayîiksîra xema 'işqê, ne dînar û direm da

Etîmolojî

Ji erebî دينار (dînar) ji aramî דינרא (dînara) ji latînî dēnārius (pareyekê hûrde yê zîvîn yê Imparatoriya Romî, hevberî 10 asan yan 4 "sēstertius") ji dēna (her deh) + -ārius ji ber ku her dînar 10 beramberî 10 hûrdeyên bi navê "as" bûn, "dēna" ji decem (deh) ku hevreha "deh" ya kurdî ye. Di hin zimanên ewropî de wek navê giştî yê pareyan li kar e: îtalî denaro, spanî dinero, portugalî dinheiro... Di hin zimanan de jî bi maneya hin pareyên taybet: fransî denier (hûrdeyek bû). Piraniya navên din jî yên pareyan ji Ewropayê hatine Rojhilata Navîn: dirav, derhem, pûl, filis, qurûş...

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.