Jûjî

dûman

navdêr
  1. mij, moran, tem

    de
    Rauch / Qualm / Sprit / Schwüle
    en
    fumes / smoke / fog / capno-
    nl
    rook / damp
    tr
    duman / tozuntu / katarakt

Mînak

  • Dûmana cigareya wî dihat min.

Etîmolojî

Ji tirkî duman ji tirkiya kevn tuman ku belkî herwiha serekaniya peyva tem ya soranî be jî ku van salan bi rêya nivîsînê ketiye kurmancî jî. Dûman tenê di kurdî de li deverên nêzîkî tirkî heye, di zaravayên din yên kurdî yan zimanên din yên îranî de peyda nabe. Tevî ku "dû-" wek ji "dû" (dûkêl) be jî, ne ji wê ye ji ber ku peyva "duman" di piraniya zimanên tirkî de heye: azerî, tirkmenistanî, gagawzî... Ne ji proto-hindûewropî *dʰuh₂mós e çunkî eger ji wê bûya, divê M di kurmancî de bûba V.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

dûman — ferhenga kurmancî · Jûjî