Jûjî

dawî

/dɑːˈwiː/

navdêrmêza
  1. talî, soxî, dûmahî, encam, akam, netîce, songî

    de
    Ende / Schluss
    en
    end
    nl
    einde / uiteinde
    tr
    son

Mînak

  • Û li dawiyê ew biser ketin.

  • Bi wî awayî, maça wan bi yanzdeh û deh dawî hat.

Etîmolojî

Hevreha soranî دوای (diwahî), dimilkî dimayîn, dimaîn, ji dûv + -ahî. Guherîna dengî dibe ku wisan bûbe: *divahî > bi metatezê *dihavî > -ih- dikeve wekî di *çihar>çar de û dibe *davî û > *dahî>dawî. Bo h>v/w di kurmanciyan de binêre soranî چوار (çwar, “çiWar”), نواڕین (niWarrîn, “nihêrîn”), şirove... Bo guherîna v>h/w binêre bawer. Li devera Badînan wek "dûmahîk" maye, mihtemelen ji ber ku têkildarî dû û mayîn bawer kirine lewma. Bide ber farisî افدم (efdom, “dawî”) ji farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (ebdum), ku bixwe ne ji heman rehê ye (ji farisiya kevn *epetemeh, ji reheke din a hindûewro

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

dawî — ferhenga kurmancî · Jûjî