(ji / li) derveyî tiştekî, ne di tiştekî de
- de
- aus
- en
- out / outside
- nl
- buiten
- tr
- dışarı / hariç / dışarda
derî
/dɛˈɾiː/
Cihê ku mirov tê re ji xanî derdikeve yan diçe hindirî xanî.
- de
- Tür
- en
- door
- nl
- deur / portier
- tr
- kapı
Mînak
deriyê malê, deriyê hewşê, deriyê xanî, deriyê govê, deriyê şkeftê
Derî girtî bû loma em neçar man pencereyê bişkînin û tê re biçin.
Etîmolojî
Ji ya berê der, herwiha derok, dergeh, hevreha soranî دهرگا (derga), hewramî bere, zazakî ber, semnanî berî, pertî ber, sogdî b'r, farisî در (der), pehlewî der, hexamenişî 𐎯𐎺𐎼𐎹𐎠 (duver-), avestayî 𐬛𐬎𐬎𐬀𐬭𐬆𐬨 (duuar-, /dver-/), osetî дуар (dwar), sanskrîtî द्वार (dvā́ra), hîtîtî 𒀭𒄙𒍝 (an-dur-za), ermenî դուռ (duṙ), albanî derë, lîtwanî durys, latviyayî durvis, rusî дверь (dvêr'), çekî dveře, polonî drzwi, îngilîzî door, holendî deur, swêdî dörr, danmarkî/norwecî dør, almanî Tür, yûnanî θύρα (thúra)... hemû ji proto-hindûewropî *dʰwṓr / *dʰwer-. Bo guherîna D bi B di zazakî, hewramî, pertî, semnanî