lêker
Dengê şêran.
- en
- roaring
- tr
- kükremek / kükreme / dadanırcasına saldırmak / saldırı
Mînak
Her ku tekerên erebeyê li kêsek û kevirekî diketin û erebe dileqîya, pîpo jî mîna şêrekî digurmijî.
Etîmolojî
Herwiha hirmijîn, kurandin, hevreha farisî غریدن (ẍurrîden), soranî گوڕە (gurre, “orîn, oreor, qerebalix, dengûdor”), dawiyê onomatopoetîk ji dengê nirîna ajalên dirinde ye. Lêbelê, hevreha xiroş (< farisî خروشیدن (xorûşîden)), farisî خروس (xorûs, “dîk”), soranî ورووژان (wrûjan) jî dikare bibe, heke ew jî ji lasayiya heman dengî bûbin. Bo bêhtir agehî binêre xiroş. Di zimanên kurdî de paşlêkera -mij/-miz/-miz/-ij/-iz/-is bi piranî maneya guherîn û livînê dide (wek kelijîn, kelmijîn, nermijîn, tamijîn, tengijîn, tengizîn, çilmisîn...), di vir de jî bi gengazî /mij/ ew e û guhertoyên bêyî -mij j