Jûjî

kavil

/kɑːˈvɘl/

navdêr
  1. xaniyên wêranbûyî, xirabe, xopan, avahiyênherifî:

    de
    Ruine
    en
    ruin
    nl
    ruïne / bouwval / puinhoop
    tr
    kalıntı / harabe / ören / yıkıntı

Mînak

  • Dibêjin ber jî li ser berî nemaye, xanî kavil in, rez û dar û bar, gişt sotine û bûne xwelî.

  • ..., gerek Kurdistanek serbixwe û azad li ser kavilên Împeratorîya Osmanî serê xwe rakira.

Etîmolojî

Nayê zanîn, hevreha soranî کەلاوە (kelawe). Dibe ku ji heman reha farisî کالبد (kalbod), farisiya navîn 𐫐𐫀𐫓𐫁𐫏𐫅 (kʾlpwt' /⁠⁠kālbod⁠/, “leş, reng, teşe, darêjk”), ermeniya kevn կաղապարl (kałaparl); ji yûnaniya kevn καλοπόδιον (kalopódion). Cotrehê qalib. Guherra ramanê reng e wek "teşe, qalib" > "leş" > "cendek" > "wêran, ruxîn..." çêbûbe. Peşniyarkên ku têkilî xirab dikin bi pirsgirêkên dengnasiyê tên.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.